Kurdî
Ji bo mafê bingehî yê hemwelatîbûnê: Danezana Swîsreyeke hemdem
Du milyon mirovên ji heşt milyon gelheya li Swîsreyê dijîn bê pasporta Swîsreyî ne. Ev yek jî encama polîtîkaya nepejirandinê ye. Li giştiya Ewropayê welatê hemwelatîbûna wê herî zehmet hîn jî Swîsre ye. Pircureyîbûn ev demeke dirêj e bûye parçeyekî jiyana rojane, lê di warê polîtîk, aborî, civakî û çandî de şans û maf newekhev tên parvekirin. Ji ber ku ev xisareke mezin dide demokrasiyê, pêwîstiya me bi peymaneke civakî ya nû û wêrek heye.
Mafê bingehî yê tevlêbûnê
Hemû mirov bi awayekî azad û bi heman rûmet û mafan ji dayik dibin. Kî li Swîsre ji dayik bibe xwediyê mafê tevlêbûna tam a jiyana polîtîk û civakî ye. Riya vê yekê jî hemwelatîbûn e: Mafê tevlêbûna hilbijartin û dengdanê, niştecîbûneke ewle – berî her tiştî- û mafê nasîna bûyîna endamek nirxdar ê civakê. Bi vê sedemê em jixwebawer in, ku mafekî bingehî yê hemû mirovan, li welatê bi domdarî lê dijîn, bidestxistina mafê hemwelatîbûnê ye.
Ji bo demokrasiyeke rastînî
Pircureyîbûna ji penaberiyê tê, aliyek ji dewlemendiya çandî ya Swîsreyê ye. Divê jikuhatina mirovan, bîrûbaweriya wan û ciyê di nav civakê de digirin, di mafê hemwelatîbûnê de weynekî nelîzin. Divê ti kes «bidestxistina» mafê hemwelatîbûnê bi riya adaptasyonê-xwelêanînê- neke. Tenê bi vî awayî dikare sozdayîneke bawerîdar a tevlêbûneke wekhev çêbibe û tenê wiha dikarin hemû mirovên li Swîsreyê şarezayiya xwe ji bo qenciya herkesî bi kar bînin.
Bi awayekî çalak destekê bidin hemwelatîbûnê
Divê federasyon, Kanton û Şaredarî ji bo demokrasiyeke rastînî daxwazên hemwelatîbûnê bi awayekî çalak pêş de bibin û destekê bidinê. Pêvajoya hemwelatîbûnê ya îro xwe dispêre ser libêjingêxistinê û heta roja dawî gumana dayîn û nedayînê li ser mirovan çêdike. Divê ev rêbaz were guherandin. Mirovên li Swîsreyê dijîn yên passporta wan tine, divê bi bixêrhatinî werin pêşwazîkirin, werin parastin û ji bo hemwelatîbûnê werin vexwandin.
Pîvanên objektîv û pêvajoya dadmend
Hemû mirovên ji çar salan û vir ve li Swîsreyê dijîn, divê bê girêdayî rewşa statuya niştecibûna wan a li vir xwediyê mafê hemwelatîbûnê bin. Divê pîvanên berê yên bêxem û keyfî werin rakirin. Bi vî awayî nîşandana wek sedem a demdirêjiya niştecîbûnê ya kanton û komunan êdî îro mafdar nabe. Hiştina bê mafên civakî ya kesên alîkariya civakî distînin jî cudakarî ye. Divê derbasbûna hemwelatîbûnê ji aliyê saziyekê ve bi awayekî lezgîn û erzan were birêvebirin.
Kî li Swîsreyê ji dayik bibe divê pasportê bistîne.
Divê mafê hemwelatîbûnê yê zarokên li Swîsreyê ji dayik dibin, hebe. Sererastkirineke wiha pêşketî ya ku li welatên din jî tê zanîn, derfetên wekhev dide hemû zarokên li vir ji dayik dibin, ku ev yek curebûniya gelheyî dide ber çav û dibe alîkarê demokrasiya Swîsreyê ya bi îdîaya di pêşerojê de jiyîna xwe bi awayekî dadmend û wekhev bidomîne.